li asoya gemarî baskên çûka şeqî
li ser dilê min hêlîneke telandî ji agirên bêrijik
digerim li peraveke xêt û xeydok
a ji dilopên deryaya tenahiyekê
dirijim wekî awêneyeke şikestî bi ser baweriya xwe de
her parçeyek dibe şewqa rûyê sûnawêrkekî
di nêv lêgerîneke bêhûde de
qesta şikandina zincîran dikim
-zanim, ev mizgîniya tariyeke reşbelek e-
kulîlkek vedibe û beriya bûtika xwe diçilmise
soresêvek dikeve ser devê rêya min vê spêdeyê
arezû xewn in, xapînok in, tên û diçin
û ez li pey awêneyên şikestî
bi her parçeyekî re hinekî din jî
wenda dibim...
ISBN Numarası : 9786259768328
Baskı Tarihi : Aralık 2025
Sayfa Sayısı : 96
Yayın Dili : Türkçe
Baskı Boyutu : 13,50 x 19,50 cm
Cilt Tipi : Ciltsiz
Ürün Açıklaması
ISBN Numarası : 9786259768328
Baskı Tarihi : Aralık 2025
Sayfa Sayısı : 96
Yayın Dili : Türkçe
Baskı Boyutu : 13,50 x 19,50 cm
Cilt Tipi : Ciltsiz